Li Şengalê Peymangeha Şehîd Rêzan hat vekirin

48

 

 

ROJNEWS/ŞENGAL

 

 

Li navenda Şengalê ji bo bilindkirina asta hîndekariya mamosta û xwendekaran Peymangeha Şehîd Rêzan â Çand, Ziman û Perwerdeyê bi merasîmekê hat vekirin.

 

Merasîma vekirina Peymangeha Şehîd Rêzan duh bi tevlîbûna nûnerên sazî û dezgehên Şengalê, gel, mamosta û gelek şagirtan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

 

Di peymangehê de li gel pêşxistin û perwerdekirina mamostayan wê ji bo zarok û ciwanan jî perwerdeya çand, ziman, dîrok û hwd bê dayîn.

 

Endam û nûnerên sazî û dezgehên Şengalê yên di merasîmê de axivîn, peymangeh li tevayî civaka Êzîdî pîroz kirin.

 

‘Şehîd Xelîl Ereb hat bîranîn’

 

 

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Zehra Silêman di destpêka axaftina şervanê YBŞ’ê Xelîl Ereb ê 6’ê Mijdarê di encama qezayekê de li gundê Medîban şehîd ket bi bîr anî û got: “Bi rastî îro ji bo gelê me rojeke dîrokî ye. Bi vê peymangehê re civaka me gaveke dîrokî avêt. Cara yekemîn e bi zimanê bav û kalên xwe bi zimanê dayika xwe wê civaka me xwe pêş bixe. Ev ji bo xweseriya Şengalê jî gaveke mezin e.”

 

‘Ji bo jinan derfeteke mezin e’

 

 

Li ser navê mamostayên Şengalê jî Rîham Hesen vekirina Peymangeha Şehîd Rêzan di serî de li jinan li tevayî gelê Şengalê pîroz kir û got: “Em ê bi peymangehê re zanebûna xwe pêş bixin. Her wiha ji bo jin karibin di pêşerojê de bibin mamosta û muxtacî kesî nebin derfeteke mezin e.”

 

 

Her wiha li ser navê YBŞ-YJŞ’ê jî Nûrî Şengalî vekirina peymangehê li tevayî gelê Şengalê pîroz kir.