Li Silêmanî panelek li ser çapemeniya azad hate lidarxistin

44

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Panêl ji aliyê parlamenterê berê yê Iraqê Saman Fewzî, rojnameger Mişrîq Ebas, rêveberê akademiya medyaya Elmanî li Iraqê Dana Eshed, rojnamegerê serbixwe Fazil Hewramî û rojnameger Şîrwan Mele Îbrahîm ve hate pêşkêşkirin.

 

Di panelê de yekem ku Saman Fewzî axivî û got; “Lezkirin û belavkirina nûçeyan, kêmek mabû çapemeniya Kurd li ser du beşan parçe kirî. Her wiha qadên Kurdî li ser du beşan parçe bike. Lê karê çapemeniyê ji hizbê cûda ye. Çapemenî divê ji bo berjewendiyê giştî bi xebite. Li kûderê nûçe dît bide, ne ji bo berjewendiyê hizbê be.”

 

 

‘Rûdaw û Kurdistan 24 bûne sedema belavkirina nûçeyên bi tirs’

 

Her wiha Dana Eshed jî di panêlê de wiha axivî; “Çapemeniya hizbî ji bo welatiyan nikare bibe çapemeniyek durist. Nikarin bi şêweyekî rast neynî û erênî bînin ziman. Heya ku welatî bikarin bawerî pê bikin. Herdû kenalên Rûdaw û Kurdistan 24 gelek caran ketin van rewşan û bûne sedema belavbûna nûçeyên bi tirs. Her wiha Kenala NRT karî heya demek hevsengî bi parêze. Belê piştî çêbûna Tevgera Nivşê Nû (Bizûtnewey Newey Nûwê) wê jî serbixweyiya xwe ji dest da.”

 

 

Rojnameger Mişrîq Ebas jî got; “Di peywendiyên navbera herêm û Iraqê de kenalan rolek xerab lîstiye. Ti mijarek erênî pêşkêş nekirine. Çapemenî peywendiya petrola di navbera herêm û Bexda de girêdayî qeyrana siyasî dike, ne ku qeyrana darayî.”

 

 

‘Çapemeniya Kurd di qeyranek kûr da ye’

 

Rojnamegerê serbixwe Fazil Hewramî di panêlê de bal kişande ser rola çapemeniya Kurd di bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê ya êrîşên Heşdî Şebî û hêzên Iraqê ser Kerkûkê û got; “Çapemeniya Kurdî di qeyranek kûr da ye. Ev jî vedigere ji bo xwedî derketina li çapemeniyê. Ev jî bûye sedem çapemenî di peywendiyên navbera Iraq û herêmê de rolek xerab hebe. Weke dizanin gel piştî 16’ê Cotmehê ve êdî serê wan tevlîhev bûye. Nizanin çi bikin û kûde biçin.”

 

 

Fazil Hewramî got; “Peywendiyên navbera pêşmerge û çekdarên ‘Seray Xurasan’ ku komek Heşdî Şebî ye, bûne peywendiyên pir dijwartir. Vane bi hev re li ser yek sifê xwarin dixwar. Belê niha dijî hev di çeperan de ne. Çapemeniyê ew kirin bi şeytan.”

 

Di dawiyê de jî rojnameger Şîrwan Îbrahîm wiha got; “Roja bûyerên Kerkûkê rû dan, min di temaşey 4 kenalan kir. Belê her yekê bi şêweyekî qala wê dikir. Roja li Kerkûkê şer rû da, Rûdaw û Kurdistan 24 sûc davêtin ser rêveberiya YNK’ê. Berpirsên YNK’ê jî bi raporên dîmenî tewanbar dikirin û bersiva wan didan. Di kenalên xwe de zindî ev yek ne dikirin.”

 

 

Panel bi pirs û bersivên beşdarvanan bi dawî bû.

 

 

 

(rn)