Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan bi hemû coşa xwe dewam dike

55

 

 

ROJNEWS/ MEXMÛR

 

Bi tevlîbûna hezaran gel, xwendekar û mamostayan îro saet 08:00’ê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 7’emîn Mehrîcana Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) destpê kir û mehrîcan heya van kêliyan jî bi hemû kelecana xwe dewam dike.

 

Beriya mîhrîcan destpê bike giştî xwendekarên wargehê bi alên PKK’ê, YJA Star û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heta Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr meşiyan. Piştî ku gel û xwendekar cihê xwe girtin, mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.

 

‘Bêrîtan xeta xwebûnê ye’

 

Di mîhrîcanê de ewilê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Cîhan Çiya axivî, xêrhatina hemû gel û xwendekaran kir û bal kişand ser berxwedana jina Kurd bi taybet berxwedana Şehîd Bêrîtan û wiha got: “Şehîd Bêrîtan bû sembola berxwedanê ya jina Kurd, bû xeta xwebûja jina Kurd û Kurdistanê. Bi çalakiya Şehîd Bêrîtan ruhê jina azad û berxwedêr carekî din di roja me ya îro de zindî kiriye. Çalakiya Şehîd Bêrîtan hêla ku xeta xiyanet û teslîmkariyê ya dijminê Kurdan li ser Kurdistanê dide ferzkirin hilweşîne û li şûna wê çandek berxwedêr û serhildêr derxîne holê. Bi vê têkoşînê îro çi li çiyayên azad çi jî li bajarên serhildêr ên berxwedanê bi heman ruhî têkoşîn bê kirin û dijmin têk bibe. Di keseyeta Şehîd Bêrîtan de di serî de xeta xiyanet û teslîmkariyê ji nava jina Kurd hate hilanî û bû sembola çanda berxwedaneke nû.”

 

‘Berxwedana jina Kurd her diçe bi ser dikeve’

 

Çiya di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jina Kurd a îro li Kurdistan tê kirin û wiha pêde çû: “Di keseyeta Bêrîtan de îro bi hezaran Bêrîtan,Bermal, Sakîne û Arînan di eniyên şer de li ber xwe didin û dijmin têk dibin. Ev jî dide nîşandan ku xeta berxwedanê ya jina Kurd her ku diçe bi ser dikeve. Ev jî bi saya felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye. Rêbertiya me gotiye; ‘Heta jin azad nebe civak jî azad nabe’, îro li ser wê ramanê li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke bi heybet a jina Kurd tê kirin.”

 

 

Çiya bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û wiha got: “Di demên dawî de nûçeyên têkildarî Rêbertiya me hatin belavkirin di serî de fikarên me û gelê me gihandiye asta sînorê dawî. Heta agahiyek ji Rêbertiya xwe bigirîn emê têkoşîn û berxwedanê wek jina Kurd bigihînin serkeftinê. Di wî warî de çi bikeve ser milê jina Kurd bê ku gavek bi şûnde bavêje wê bike.”

 

Çiya di dawiya axaftina xwe de 7’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehdî Bêrîtan di serî de li Rêber Apo, tevahî jinên berxwedêr û hemû gelê amade pîroz kir.

 

Di dewama mîhrîcanê de Koma Koroya girêdayî Wexfa Jinê Koma Şehîd Delîla derket ser dikê, hunerê xwe pêşkêş kir. Niha mîhrîcan bi Koma Şehîd Sehed a Başûrê Kurdistan dewam dike. Di dewama şahiyê de wê Koma Şehîd Berçem, skêç û hunermen Azad Bedran jî derkevin ser dîkê.

 

(rn)