Polîsên dewleta Tirk li Nisêbînê girtin ser mala jina 75 salî ya felçbûyî

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, polîsên dewleta Tirk pêr saet di 04:00 de avêtin ser mala jineke 75 salî ya li taxa Selahaddîn Eyyûbî. Serdegirtin bi îdîaya "gumanbarî û îxbarê" hate kirin. Li mala ku polîsên Tirk girtin ser, Zubeyde Acar a felçbûyî ya 75 salî tenê dijî. Polîsên Tirk di serdegirtinê de mal ser û bin kirin û xemla kesk, sor û zer a li malê avêtin erdê.

 

Hat ragihandin ku polîsên Tirk kek û malbata wê ji Acar pirsîne.