Taha: Me Ebadî ji şaneyên nivîstî yên DAIŞ’ê agadar kiriye

38

 

SORAN MIHEMED/KERKÛK

 

Parlamenterê Kerkûkê li Parlamentoya Iraqê Rêbwar Taha têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman; "Piştî ku navçeya Hewîce, bajokê Riyaz û başûrê Kerkûkê hatin rizgarkirin, ji aliyê welatiyên wê herêmê ve em hatin agadarkirin ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê bi şêweyî koman li sînorê Hewîce û bajarokê Riyar digerîn."

 

Rêbwar Taha axaftina xwe wiha domand; "Ev şaneyên DAIŞ'ê bi hinceta parastina xizmên xwe li van herêman mane. Herwiha ji bo çalakiyan xizmên wan alîkariya wan dikin. Hebûna  van gruban gefe li ser tevahiya ewlehiya Kerkûkê. Me daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê ye kiriye ku ji bo bi dawî anîna van gruban hewldan bikin û vê mijarê demildest çareser bikin."

 

Rêbwar Taha herî dawî wiha got; "Hebûna van gruban tê wateya hebûna metirsiyên li ser Kerkûkê. Eger dawî li van gruban neyînin, di demekî kêm de, wê ev grubane kêrekî bi jehir li Kerkûkê bidin. Ji ber vê yekê divê Ebadî di serî de lêpirsînê ligel malbatên Hewîce û xizmên DAIŞ'yan bike. Bi heman rengî me daxwaz ji Heyder Ebadî kiriye ku ewlehiya Kerkûkê biparêze. Ji bo welatiyên Kurd vegerin li ser malên xwe alîkar be.”

 

(rn)