Zilamekî li Koyê hevser û kurê xwe kuşt

47

 

 

SORAN MIHEMED/KOYÊ

 

 

Li navçeya Koyê ya Hewlêrê şevê din saet 20:15'an zilamekî hevser û kurê xwe bi çekê kuştin. Hat ragihandin ku kujer ber bi cihekî nediyar ve reviyaye.

 

 

Rêveberê Polîsên Koyê Emîd Şêrdo Kake der barê bûyerê de ji ajansa me re wiha got; "Îşev welatiyê bi navê (C.K) li Taxa Koyê Sîtî ya Koyê hevsera xwe û kurê xwe kuştin. Cenazeyên kur û dayika wî ji bo Tiba Edlî ya Koyê hat şandin. "

 

 

Rêveberê Polîsên Koyê Emîd Şêrdo Kake diyar kir ku niha lêkolîna li ser kuştina kur û dayika wî dest pê kiriye û got ku kujer ber bi cihekî nediyar ve reviyaye.