Cenevre-8, 28’ê Mijdarê dest pê dike

36

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di daxuyaniya ku ji aliyê buroya NY ya Cenevreyê ve hat dayîn, hat ragihandin ku 8. tûra hevdîtînên Cenevre yên bi armanca çareseriyeke siyasî ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê re bê dîtin di pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de pêk tên wê 28’ê Mijdarê dest pê bikin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY’yê Staffan de Mîstûra piştî civîna 26’ê Cotmehê ya Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya bi rojeva Sûriyeyê ji bo hevdîtinên Cenevrê gelekî danûstandin kirine.

 

Hate gotin ku De Mîstûra di hevdîtinan de hem herêmî û hem jî bi rayedarên Ewropa, DYA û Rûsyayê re der barê mijarê de gelek danûstandin kirine. Hate gotin danûstaninên Alîkarê De Mîstûra Ramzy Ezeldîn ên li Riyadê bi dawî bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin der barê mijarê bi rayedarên Fransî re heftiya bê li Cinêvê wê bi delegeasyona Rûs re hevdîtin pêk were.

 

Di daxuyaniyê de nehate diyarkirin bê ka kî wê tevlî rûniştina cara 8’an a Cenevrê bibe, ku civîn wê li ser biryara bi hejmara 2254’an a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya sala 2015’an a bi rojeva Sûriyeyê pêk were.

 

Hevdîtinên Cenevrê ku nûnerên rastî yên Kurdan nehatin vexwendin, heta niha 7 caran pêk hatibû û ti encam negirtibûn.