Daxwaza malbata Ocalan a hevdîtinê hat redkirin

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Xwişk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo roja duşemê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin bi rêya parêzerên xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.

 

Ji malbaten girtiyên Îmraliyê  jî xwişka Hamîli Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.

 

Serdozgeriya Komarê daxwaza malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi sedema Rewşa Awarte (OHAL)'ê red kir.