Greva Dayikên Aştiyê ya ji bo Ocalan berdewam dike

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Dayikên Aştiyê yên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikên Aştiyê ku li Stenbolê li avahiya HDP'ê ya Kagithaneyê di grevê de ne bi stranên xwe yên aştiyê û bi laçikên spî yên li serê xwe berxwedana xwe geş dikin.

 

Dayikên Aştiyê sedema çalakiya xwe û daxwazên xwe wiha vegotin:

 

Perîhan Akbulut: Tu kes şer naxwaze. Mifteya aştî û çareseriyê li Îmraliyê ye. Abdullah Ocalan îradeya siyasî ye. Em naxwazin ku xwîn bê rijandin. Bi salan e em aştiyê dixwazin. Lê aştî tenê bi Ocalan pêkan e.  Kesek nikare li hemberî vê hêzê raweste. Cîhanê serokatiya Ocalan qebûl kiriye. Heta ku Ocalan serbest bê berdan wê çalakiyên me berdewam bikin.

 

Gulê Çelîk: Ocalan rêberê me ye û em ji bo rêberê xwe di çalakiyê de ne. Ez dixwazim ku her kes karibe biçe Îmraliyê. Ocalan serokê min e û ez ji bo wî li vir im.

 

Ayşen Bozkurt: Eger Ocalan nebe em jî nabin. Bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe  û em jî di nav aştiyê de bijîn.

 

Behiye Demîr: Heta sibehê ez nikarim razêm. Em bi saya wî li her derê ne. Dikarin derkevin kolanê. Eger ku ew nebûna em nikaribûn derketa devê derî. Bila serokê me ji ser serê me kêm nebe.