Hêzên Îranê li Çaldêran 3 Kurd bi êşkenceyê desteser kirin

51

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên îstîxbaratê yên ser bi Wezareta Îtleatê ya Îranê, êvara Çarşema bihurî li bajaroka Çaldêran a girêdayî bajarê Urmiyê, di dema serdegirtina malan de 3 welatiyên Kurd girtin û êşkênce kirin.

 

Di encama serdegirtinê de Mihemed Xelîlî Abdulmecîd, Kemal Heydanlû Mihemed û Behmen Brûkî Ata li pêş çavên malbatên wan bi êşkenceyeke giran hatin desteserkirin.

 

Her sê welatiyên Kurd piştî ku ji aliyê hêzên Îranê ve li ber çavên malbata wan hatin êşkence kirin ber bi cihekî nediyar ve birin.

 

Her sê kes bi îdîaya "alîkariya ji Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)" hatin binçavkirin û heta niha ti agahî ji wan nehatiye girtin û nayê zanîn birîne ku derê.