Hovîtiya Polîsên Tirk: Cara 5’emîn goristan xera kirin

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Polîsên tîmên tevgera taybet ên Tirk, li taxa Orman a Geverê ya girêdayî bajarê Colemêrgê goristan bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û cara 5'emîn rûxandin.

 

Li goristana ku di nava 33 kesên li Pirsûsê di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê Suleyman Aksu û cenazeyên endamên PKK'iyan lê hatiye definkirin, dîsa ji aliyê maşîneyên zirxî ve hat dorpêçkirin. Polîsên tîmên taybet ku goristan dorpêç kirin kevirên goran şikandin. Hat diyarkirin ku polîsan saet di 05.00'ê sibê de bi maşîneyên zirxî ketin goristanê û kevirên goran, dîwarê goristanê şikandin û zerar dan çîçekên li ser goran. Hat diyarkirin ku dema polîs ji nava goristanê derketin, sirûd berz kirin û derdor gulebaran kirin.

 

Goristan di 13'ê Adara 20167an de dema qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin 2 caran hatibû rûxandin. Di 7'ê îlonê û 29'ê nîsana 2017'an de dîsa goristan hatibû rûxandin. Di 29'ê Nîsanê de li ser kevirên goran "Leş" hatibû nivîsandin.