‘Ji ber Ocalan ne di nav me de ye ev rewş hat serê gelê me’

37

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Mamostayên Helebce têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku demek dirêj e rê nayê dayîn malbat û parêzerên wî serdana Îmraliyê bikin, ji ajansa me re axivîn.

 

Mamosta Karwan Ehmed li ser mijarê wiha got; "Her ferdekî gelê Kurd eger bi rastî hestên neteweyetî û Kurdbûnê pê re hebin, nabe girtina rêberekî Kurd ê weke Ocalan qebûl bikin. Lê mixabin heya niha gelê me li ser hemû mijan yekdeng nebûne. Di nava vê de desteserkirin û girtina Ocalan heye."

 

Karwan Ehmed axaftina xwe wiha domand; "Eger gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bê tirs dakevin qadan û daxwaza azadiya Ocalan bikin, ez bawer im wê ev zextên wiha bibin xwedî berhem. Wê dewleta Tirk jî neçar bibe, agahiyan der barê Ocalan de eşkere bike û wê herî dawî jî azad bibe. Lê divê çalakiyên li qadan berdewam bikin. Ne tenê rojekê be û bi dawî bibin."

 

 

Mamosta Karwan Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Mixabin heya niha rêveberekî Kurdan derneketiye hemû gelê Kurd li derdora xwe kom bike, niha hêviya heye, tenê Abdullah Ocalan e ku bikare vî rolî bibîne. Ji ber vê ji divê Ocalan bê azadkirin. Ji ber ku Ocalan ne di nava me de ye ev rewş hate serê gelê me."

 

'Pêwîstiya her çar parçeyên Kurdistanê bi azadiya Ocalan heye'

 

 

Her wiha Mamosta Werzêr Fayeq ê ji Helebce jî li ser heman mijarê wiha axivî; "Di vê qonaxê de azadiya Ocalan pêwîstiyeke herî girîng e. Pêwîstiya her çar parçeyên Kurdistanê bi azadiya Ocalan heye. Ji ber niha rêveberiyeke wiha nîne bikare gelê Kurd bi rê ve bibe.  Ji ber vê wê azadiya Ocalan bandora xwe li ser aramiya herêmê bike. Dirêjkirina girtina Ocalan tê wateya berdewamkirina aloziyên herêmê." 

 

'Azadkirina Ocalan erkê hemû Kurdan e'

 

Werzêr Fayeq diyar kir ku ji bo pêşketina doza gelê Kurd, Ocalan kesayeteke girîng e û wiha domand; "Lewma pêwîst e ji bo azadiya Ocalan zextan li Tirkiyeyê bikin. Azadkirina Ocalan erkê hemû Kurdan e. Pêwîst e em piştgiriya xwe ya ji bo azadiya Ocalan nîşan bidin. "

 

Mamosta Werzêr Fayeq herî dawî wiha got; "Ji bo azadiya Ocalan pêwîst e xwepêşandan, kampanyayên îmzeyan pêk werin. Ji bo bikarin zextan li welatên bi hêz bikin û ew jî ji bo azadiya Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin. Ji ber vê divê her Kurdek bi rêyên çalakiyên sivîl beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bibin."