Ji bo Fîgen Yuksekdag 10 sal cezayên din dixwazin

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag de bi sedema di kongreya HDP'ê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekiriye û li Licê beşdarî merasîma cenazeyê welatiyekî ku leşkeran qetil kiribû bûye doz vekir. Dozger bi îdîaya Yuksekdag “Propaganda rêxistinê kiriye" 2 dozên cuda vekir û heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest. Doz li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatin qebûlkirin. Dozger ji 2 salan heta 10 salan ji Yuksekdag ceza dixwaze. Dozger di îdîanameya ewil de bi sedema tevlî merasîma cenazeyê Mehdîn Taşkin ê di gulebarana leşkerên dema Peykerê Mahsum Korkmaz (Egîd) ê li Goristana "Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hatibû danîn xera kirin de hatibû qetilkirin, bûye doz vekir.

 

Dozger îdîa kir ku di Lênûska "Herema Şehîd Kendal, Goristana Şehîd Amed Lenuska Serdêran a LICÊ" nivîsa “Ez li ber biranina rêheval Mehdîn ê dema şehîd diparastin gihişt şehadetê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Wî dema sîmgeya jiyan û parazvanên aştiya gelan diparast nemir bû. Em ê bi ala wî bêhtir jiyanê biparêzin" propaganda kiriye. Dozger îdîa kir ku bi tevlîbûna merasîma cenazeyê Mehdîn Taşkin propaganda rêxistinê kiriye.

 

Dozger di îdîanameya duyemîn de jî bi sedema ku di 2'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku Yuksekdag weke hevserok hat hilbijartin de Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta "Xweseriya Demokratîk" hatiye vekirin û "Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir.

 

Dozger, nameya kesê bi navê Arda Can Çelik ê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re nivîsandiye û îdîa kiriye ku Di 24'ê Çileya 2016'an de di 2'yemîn kongreya HDP'ê de propaganda rêxistinê kiriye esas girt û doz vekir.

 

Piştî heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir doz hat vekirin. Roja darizandina Yuksekdag wê di rojên pêş de bê diyarkirin.