Jinan ji bo mîtînga sibê ya li Amedê banga tevlîbûnê kirin

34

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinên HDP'ê de wê li Amedê mîtînga "Wê tecrîd winda bike azadî bi ser keve" bê lidarxistin. Komîteya Amadekar li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka HDP'a Yenîşehîrê Demet Ozkaran û Wekîla HDP'ê Feleknas Uca axaftin kir.

 

‘Wê jin ji tecrîd û kuştina jinê re bêje bes e’

 

Wekîla HDP'ê Uca da zanîn ku hemû amadekariyên mîtîngê bi dawî bûne, eşkere kir ku demek dirêj e jin hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî kuştinên jinan xebatan dikin û ji bo mîtîngê li gelek navçeyan xebat hatine meşandine. Uca destnîşan kir ku ew wekî jin û gelê Amedê wê li dijî êrîşên li ser vîna wan û qetilkirina jinê têkoşînê bidin û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de têkoşîna ji bo azadîya gelê Kurd û li dijî tecrîdê gelekî girîng e. Şerê heyî ne tenê pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêka hemû aliyan e, divê her kes li dijî vî şerî tevlî mîtîngê bibe. Wê jin di vê mîtîngê de ji tecrîd, şîdet û kuştina jinan re bêje bes e. Têkoşîna me ya ji bo azadiya jinê wê dewam bike."

 

Hevseroka HDP'a Yenîşehîrê Ozkan jî anî ziman ku ew ê sibê li dijî şidet, hişmendiya mêr a serdest û tecrîdê li qadan bin, di serî de jin, hemû gelê Amedê dawetî mîtîngê kir û xwest gel bi coşek mezin tev li mîtînga li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyon) bibe, li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.

 

Mîtînga wê sibê saet di 12.00'an de bê lidarxistin, dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata û wekîlên HDP’ê beşdar bibin. Hunermendên bi navê Yasemîn Goksu, Hediye Vîranşehîr û Halîme Omerî jî derkevin ser dikê.