Koçyîgît: Şoreşa Rojava ji bo cîhanê hêvî ye

37

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di pêşengiya HDK’ê û bi beşdariya hevserokên HDK'ê sempozyûma "Ji Şoreşa Cotmehê heta Kapîtal, ji Şoreşa Cotehê heta Şoreşan" dest pê kir. Hevseroka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di axaftina vekirina sempozyûmê de got: “Çawa ku berî 100 salan Şoreşa Cotmehê di cîhanê de coşek mezin ava kir, tovên şoreşê yên li Rojava hatine reşandin jî bûne hêvjiyana gelên cîhanê. Ev hêvî her roj mezin dibe û sînoran derbas dike.”

 

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi minasebeta 100'emîn Şoreşa Cotmehê bi dosya û dê 3 rojan sempozyûma "Ji Şoreşa Cotmehê heta Kapîtal, ji Şoreşa Cotehê heda Şoreşan" li dar bixe û sempozyûm li Otela Elîte Worldê dest pê kir. Di sempozyûmê de Serokê Giştî yê DÎSK'e Kanî Beko, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)’ê Mehmet Arslan, hevgirtiyên HDK û HDP'ê jî di nav de gelek akademîsyen û hunermend beşdar bûn. Di salona sempozyûmê de wêneyên Avnî Memedoglu û Muzaffer Oruçoglu hatin daliqandin û pêşangeha "Emegîn resmî" (Wêneyê kedê) hat vekirin û dê 3 rojan dewam bike.

 

Axaftina vekirinê Hevseroka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu kirin. Koçyîgît ev tişt got: "Ev krîza kapîtalîzmê bandoreke çawa li ser herêma me dike em hemû dizanin. Pergala kapîtalîst ji bo krîzê derbas bike, hêj zêdetir berê xwe dide çek û şeran, sed mixabin ji ber van çek û şeran, erdnîgariya me tê valakirin û mi bilyonan mirov ji cihên xwe dibin." Koçyîgît da zanîn ku divê bi zanebûna vê yekê li dijî krîza kapîtalîzmê têkoşîn bê dayîn û ev gelek bi wate ye û wiha got: "Bi milyonan karkeran di Şoreşa Cotmehê de xwe bi rêxistin kir. Kapîtalîzm ji bo şoreşa karkeran reş bike, îdia kir ku dê şoreş pêk neyê. Got ku 'Hûn neçarin ji vê pergala kapîtalîst re serî bitewînin.' Lê divê em jî bi birdozî û polîtîkaya xwe bidin nîşan, şorşa me neqediya ye tenê şekil guhertiye, ronahiyên şoreşê bi serbilindî pêşwazî dike."

 

'Şoreşa Rojava ji bo cîhanê hêvî ye'

 

Koçyîgît got ku "Kapîtalîst ji bo gel bi awayekî azad nejîn, cîhaneke bê çîn neyê avakirin bi can û ruh dixebite" û wiha axivî: "Pêwîstiya me bi cudahiyan na bi mezinkirina hevkariyan heye. Tişta ku me bibe şoreşê jî ev hevparî ye. Çawa ku berî 100 salan Şoreşa Cotmehê di cîhanê de coşek mezin ava kir, tovên şoreşê yên li Rojava hatine reşandin jî bûne hêvjiyana gelên cîhanê. Ev hêvî her roj mezin dibe û sînoran derbas dike. Îro MHP û AKP li dijî yekitiya gelan di nav hevkariyekê de ne. Li dijî gelan êrîşeke birdozî tê kirin. Divê em jî birdoziya xwe mezin bikin. Ev yekane têkoşîna li dijî faşîzmê ye."

 

Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî der barê bernameya 3 rojan de agahî da. Hamzaoglu da zanîn ku Şoreşa Cotmehê derbas nebûye, pêşeroj e û axaftina xwe bi helbesta Nazim Hîkmet a "Kerem gîbî" (Wekî Kerem) bi dawî kir.

 

Sempozyûm, bi rûniştina “Rêbaza hilberîna teoriya Kapîtal" dest pê kir.