Komîsertiya Hilbijartinan a Cizîrê sibe navê namzetan eşkere dike

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hevseroka Komîsertiya Bilind a Hilbijartinan Rûken Mele Îbrehîm der barê mijarê de ji ANHA’yê re axivî diyar kir ku navên hemû bernamzetan ji Desteya Hundir re hatiye rakirin, da ku der barê wan de agahî werin girtin. Di heman demê de Komîsertî daxwaznameyên bernamzetan lêkolîn dike û wiha dom kir: “Di nava 24 saetan de wê hemû rapor werin diyarkirin.”

 

Rûken Mele Îbrehîm di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku sibe wê navê bernamzetên ku ji bo namzetiya hilbijartinan ji aliyê Komîsertiya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê werin qebûlkirin were eşkerekirin û wiha dom kir: “Kesên ku îtîrazên wan hebin dikarin di nava 3 rojan de, serlêdan bikin û doza vegera lêkolînê bikin.”

 

Hevseroka Komîsertiya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê Rûken Mele Îbrehîm di dawiya axaftina xwe de ji hemû bernamzetan xwest ku li gorî qanûnên taybet ên hilbijartinan tevbigerin.”