Komîteya Sotemeniyê mazot li Qamişlo û gundewarên wê belav kir

35

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Bi hatina demsala Zivistanê re Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo û gundewarên wê ji 5`ê Tîrmehê ve dest bi belavkirina mazotê kiriye.

 

Mazot li bajarê Qamişlo tê belavkirin û ji bo her malbatekê 400 lître mazot bi buhayê 42 lîreyê Sûrî tê dayîn. Ji bo gundewarên bajarê Qamişlo jî Komîteya Sotemeniyê cara yekem serê her malbatekê 200 lître mazot belav kir û cara duyemîn jî wê 200 lîtreyê din belav bike.

 

Komîteya Sotemeniyê bi rêya Komîteya Xizmetguzarî ya komunan mazotê belav dike.

 

Heya niha 15 milyon û 600 lître mazot li bajarê Qamişlo û gundewarên wê hatiye belavkirin.

 

Li Taxa Kornîş 4 milyon lître, li xerbî milyonek û 200 hezar lître, Hîlaliyê milyonek û 300 hezar, Enteriyê milyonek û 60 hezar, Aşûriyê milyonek û 900 lître, Cûdî 2 milyon û 200 hezar, Qidûrbek milyonek û 600 lître û li ser gundewaran jî milyonek û 800 hezar lître mazot hatiye belavkirin.

 

 

‘Eger hîn jî pêwîst bike em ê bînin cih’

 

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo û gundewarên wê Yûsif Xeşo yê ji ajansa Nûçeyan ANHA’yê re axivî got ku eger mazot hîn zêdetir ji malbatan re pêwîst bike ew navên wan li gel xwe qeyd dikin û kengî belavkirina mazota giştî bi dawî bibe, ew ê pêdiviya wan malbatan jî pêk bînin.