Li Taxa Şorîce ya Kerkûkê qedexeya derketina derve

34

 

 

KERKÛK / ROJNEWS

Li Taxa Şorîce ya Kerkûkê şevê din komeke çekdarên nenas êrîşî yekîneyeke hêzên li dijî terorê yên Iraqê kirin. Di encamê de Hammerek leşkerî hate şewitandin. Piştî bûyerê ji bo kesên bûyer pêk anîne bên girtin qedexeya derketina derve li taxê hate ragihandin û lêgerîna malan dest pê kir.

 

Welatiyên Taxa Şorîce ya Kerkûkê ji ajansa me re diyar kirin ku piştî bûyera şevê din hemû Şorîce hatiye girtin û bi giştî li taxê qedexeya çûnûhatinê heye û gotin; "Hêzên polîsên federal, polîsên Kerkûkê û hêzên li dijî terorê yên Iraqê bi hevbeşî pêngava lêgerîna malan dest pê kiriye. Lêgerîn ji bo desteserkirina çekên welatiyan e."

 

,

 

Welatiyan diyar kirin ku li taxê tenê carinan wesayît digerin û gotin ku hêzên leşkerî mal bi mal digerîn û gotin; "Armanca lêgerîna hêzên leşkerî ew e ku kesên şevê din êrîşî yekîneyên hêzên li dijî terorê kirine bên girtin."

 

 

16'ê Cotmehê, Kerkûk ji aliyê hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê ve hate kontrolkirin. Hêzên pêşmergeyan bi tevahî ji bajêr vekişiyan. Ji wê demê ve dem bi dem alozî derdikevin û êrîş li dijî hêzên Iraqê pêk tên. Li Taxa Şorîce ya Kerkûkê şevê din jî komeke çekdarên nenas êrîşî yekîneyeke hêzên li dijî terorê yên Iraqê kirin. Di encamê de Hammerek leşkerî hate şewitandin.