Li Wargeha Mexmûrê 7. Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan hat lidarxistin

35

 

 

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

 

Li dû paşvexistina mîhrîcanê ji ber rewşa ewlekariyê û dîsa piştî 3 salan 7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh bi bernameyek dewlemend û beşdariyeke bi coş hat lidarxistin.

 

 

Starta 7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan duh di demjimêr 08:00’an bi vekirina pêşengeha wêneyan li avahiya Navenda Hûnera Dest a Şehîd Delîla hate dayîn. Di pêşengeha wêneyan de wêneyên pêşenga xeta berxwedanê Şehîd Bêrîtan, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên gelek şehîdên jin û xort ên pêşengên têkoşîna azadiyê, her wisa wêneyên berxwedana Bakur, Rojava, gerîla her wiha wêneyên wargehên berê yên gelê Mexmûrê hatin pêşkeşkirin. Ked û hunera ciwanên Mexmûrê ya di wêneyan de hêjayî dîtinê bû.

 

Di pêşengehê de berhemên kevnare û çanda gelêrî ya Kurdî weke pazûn, goreyên rîs, cilûbergên Kurdî, meşk, conî, destar, sêl, teşî, kulav, şeleme, kefî, kûn û berhemên bi morik û tayên rengûreng ên dest hatin pêşkeşkirin. Bi hezaran kes ji bo temaşekirina berhemên kevnare yên Kurdî çûn cihê pêşengehê û eleqeyek mezin nîşanî pêşengeha berhemên gelêrî dan.

 

 

Bernameya mîhrîcanê bi coş û xuroşek mezin li avahiya Şaredariya Mexmûrê bi pêşkeşkirina gelek xwarinên kevnare yên herêmên weke Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn, Rojava, Başûr, Rojhilat û gelek deverên Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê dayikan ve hatibûn çêkirin berdewam kir. Vekirina bernameya pêşkeşkirina xwarinên kevnare yên Kurdî ji aliyê Hevşaredara Mexmûrê Nûran Sezgîn ve hate kirin.

 

 

Sezgîn di axaftina xwe de 7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan, li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê, gelê Kurd, bi taybet li jinên Kurd ên bi ruhê Xeta Bêrîtanan bi şev û roj ji bo azadiya gel û welatê xwe di nava tekoşîn û berxwedanê de pîroz kir. Piştî ku cureyên xwarinan hatin danasîn û çawaniya çêkirina wan û dîroka wan hatin vegotin piştre li sedan kesan hate belavkirin û gel bi germahiya mîhrîcanê xwarinên curbicur ên çanda kevnar û gelêrî ya Kurdî xwarin. Mîhrîcan heta nîvro bi pêşengeh, nîşandana kelûpelên çanda Kurdî û xwarinên Kurdî berdewam kir.

 

 

Germahî û coşa mîhrîcanê bi starta pîrozbahiya piştî nîvro di demjimêr 13:30’an de li Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê (Mexmûr) piştî hatina bi hezaran xwendekarên ji dibistanên seretayî Şehîd Mihemed Karasûngûr, Şehîd Dr. Nûrî Dêrsîmî, Şehîd Salîh Kandal, Şehîd Mihemed Kurt, dibistanên navîn Şehîd Jiyan, Şehîd Denîz û Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn her wisa bi hezaran gelê wargehê û mêvanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên xeta berxwedanê ya Şehîd Bêrîtan dest pê kir.

 

 

Piştî rêzgirtinê bernameya pîrozbahiyê bi derketina ser dikê ya koma muzîkê ya Şehîd Arîn a girêdayî Weqfa Jinên Mexmûrê dest pê kir. Koma zarokan bi cilûbergên xwe yên rengûreng ên neteweyî û bi stranên xwe yên xweş û şoreşgerî xuroş û kelecana mîhrîcanê bilind kirin.

 

Di rêza bernameya pîrozbahiyê ya 7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Cîhan Çiya li ser girîngî û wateya rojê û ruhê xeta Şehîd Bêrîtan axivî. Çiya di axaftina xwe de 7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê, gelê Kurd, bi taybet li jinên Kurd ên bi ruhê Xeta Bêrîtanan bi şev û roj ji bo azadiya gel û welatê xwe di nava têkoşîn û berxwedanê de pîroz kir.

 

 

Çiya di dewama axaftina xwe de wiha got; “Şehîd Bêrîtan xeta xwebûnê ye, xeta neqebûlkirina teslîmyet û xiyanetê ye. Bêrîtan bû ruhê berwerdana ciwaniyê, di kesayeta Şehîd Bêrîtan de ruhê jina azad a berxwedêr derket asta artêşbûna jinê ya li dijî xeta teslîmiyet û xiyanetê. Di roja îro de jina Kurd li dijî her cure êrîş û zextên tên kirin têkoşîn kir. Şoreşa li Kurdistanê kirin çi li çiya çi li bajaran pêşengtiyê jêre dike.”

 

Di dirêjiya axaftina xwe de Çiya bal kişand ser têkçûna xeta xiyanetê ku bi pêşentiya xeta ruhê berxwedanê Şehîd Bêrîtan û wiha pêde çû; “Xeta xiyanetê di kesayeta Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de têk çû û teslîmiyet bi bin ket. Di roja me ya îro de xeta xiyanet û teslîmiyetê careke din li Başûrê Kurdistanê bi taybet di malbata Barzanî de xwe ji nû ve nîşanî gelê Kurd û cîhanê kir.

 

Bi hezaran Bêrîtan û qehremanên azadiyê derketin û ji bo azadiya jinê têkoşîn kirin, dikin û wê bikin. Heta dawiyê em ê xeta jina azad a berxwedêr bişopînîn. Weke jina Kurd di xeta Bêrîtanan de bû Rêbertiya  xwe re bijîn. Dijmin çawa ku di dîrokê de her tim şer û qirkirina gelê Kurd ji xwe re kir armanc, lê dîsa di ev xwestek û xeyalên wan ên tunekirina gelê Kurd di qirika wan de man û pûç bûn. Bi pêşengiya Rêbertî û xeta wî ya azadiya jinê bingeh digire heta azadiyê wê têkoşîna azadiyê bi hemû awayî li hemberî paşverûtî, xiyanet, dagirkerî û dijminên gelê Kurd bidome. ”

 

 

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Cîhan Çiya di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa bê agahîbûna ji ewlehî, tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev demek dirêj e bi Rêberê xeta mirovahî û azadiya gelan Rêber Apo re hevdîtin pêk nayên. Bi taybet jî di pêvajoya dawiyê de li ser tenduristî û ewlehiya Rêbertî nûçeyên bi guman di çapemeniya Tirk û tora medyaya civakî de hatin parvekirin. Ev tişt ne tiştek ji rêzê ye ji bo Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û aliyên azadixwaz yên cîhanê û Rojhilata Navîn. Rêber Apo ji bo me xeta sor e û tu kesek nikare xwe nêzîkî vê xetê bike. Ew dixwazin bi daxuyaniyek ji rêzê ya ‘tiştek wisa nîne û lêpirsîn li hemberî van kesan hatiye destpêkirin’ nikarin dilê gelê Kurd û dostên wî rehet bikin. Lewma me gelê Kurd û aligirên azadîxwaz pêvajoyeke mezinkirina ruhê berxwedan, têkoşîn û bi armanca rakirina tecrîdê û destpêkirina hevdîtinan bi Rêbertî re li seranserê cîhan û Kurdistanê dayê destpêkirin. Heta em agahî ji Rêbertiya xwe negirîn, em ê bi şev û roj di nava çalakiyan de bin. Bes bila dijminên Kurdan û hevkarê wan CPT baş bizane dema sebra Kurdan nema wê cîhan bi serê wan de were qulipandin. Lewma em li vê derê bang li CPT û hemû saziyên navneteweyî û saziyên parastina mirovan dikin dawî li tecrîda li ser Rêbertiya me bînin û demek ji ya din zûtir hevdîtinê bi Rêbertiya me re pêk bînin û agahiyên girêdayî tenduristî û ewlekariya wî de ji gelê Kurd re eşkere bikin.”

 

Piştî axaftina Çiya, bernameya mîhrîcanê bi derketina ser dikê ya koma mûzîkê ya ji Başûrê Kurdistanê Koma Şehîd Serhed, skeca Koma Hêvî Yekta berdewam kir. Atmosfera mîhrîcanê li ber stranên her du koman derket lûtkeyê.

 

 

Di rêza bernameyê de hunermend Azad Bedran derket ser dikê û bi stranên şoreşgerî û gelêrî gelê wargeha Mexmûrê coşand. Gelê wargehê di bin baran û ba de li ber stranên hunermend Bedran govenda azadiyê gerandin.

 

 

7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi derketina ser dikê ya koma muzîkê ya Şehîd Berçem û li ber stranên komê heta şevê gerandina govenda azadiyê bi dawî bû.

 

 

Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Mexmûrê Mîhrîcana Çand û Hunerê weke kevneşopiyekê lêhatibû û mîhrîcana yekemîn sala 2004’an hatibû lidarxistin. Mîhrîcana 1. û 2. li pey hev 2004 û 2005’ê hatin lidarxistin.  Piştre biryar hate girtin ku mîhrîcan du salan carekê bê çêkirin. Bi hatina êrîşên DAIŞ’ê li ser herêma Mexmûrê û wargehê re ev sê sal bû mîhrîcan ji ber rewşa ewlekariyê dihat paşvexistin. Mîhrîcana îsal jî di dema xwe de pêk nehat û dîsa sedema paşvexistina wê rewşa aloziya li Başûrê Kurdistan û Mexmûrê bû. Lewra diviyabû mîhrîcan îsal di 24-25’ê Cotmehê de pêk bihata, lê jiber rewşa ewlekariyê ya Mexmûrê hatibû paşvexistin û duh hat lidarxistin.

 

 

 

 

 

 

 

(kom)