Li Xurmatû 4 karmendên Şîrketa Petrolê ya Zembur hatin revandin

31

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / XURMATÛ

 

 

Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê vê sibehê komeke çekdar bi ser Şîrketa Petrolê ya Zembur de girtin û 4 karmandên şîrketê revandin. Heya niha ti agahî ji wan nayê girtin.

 

Berdevkê hêzên Heşdî Şebî Seîd Elî Heşmî li ser mijarê ji ajansa me re wiha got; "Hejmarek çekdarên rûyê wan girtî, li gundê Şoraw ê Xurmatû bi ser Şîrketa Petrolê ya Zembur de girtin. Di dema serdegirtinê de 4 karmend ber bi cihekî nediyar ve revandin."

 

 

Seîd Elî Heşmî axaftina xwe wiha domand; "Piştî ku karmend hatin revandin, hêzên ewlehiyê yên Xurmatû gihiştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. Heya niha ti agahî der barê karmendên hatine revandin de nehatiye girtin. Ji kesên hatine revandin 3 kes Ereb in, yek Tirkmen e û ew kes li Xurmatû diman."

 

Gundê Şoraw girêdayî navçeya Xurmatû ye û 30 km dûrî Xurmatû ye.