Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Xwişk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo roja duşemê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzerên xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.

 

Ji malbaten girtiyên Îmraliyê  jî xwişka Hamîli Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.