Pîre: Biryara hilweşandina polîtburoyê di dema xwe de hatiye dayîn

33

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Sedî Ehmed Pîre li ser mijara dema pêkhatina kongreya YNK’ê got; “Dibe di 1’ê Adara 2018’ê heya dawiya heman mehê kongre bê lidarxistin. Pêkhatina civîna desteya rêveber a YNK’ê peywendî bi Kosret Resûl re heye. Ew ji pêkhatina civînê berpirse û divê ew daxwaz bike.”

 

Li ser mijara hilweşandina Polîtburoya YNK’ê û hilbijartina desteya nû ji bo rêveberiya YNK’ê Pîre got; “Ev biryar di dema xwe de hatiye dayîn. Belê nabe YNK ji bo reformê gav bavêje. Divê li ser vê runin û lêkolîn bikin.”

 

Li ser mijara Walitiya Kerkûkê ku para YNK’ê ye jî Pîre got; “Biraderên YNK’ê li Kerkûkê namzetê xwe heye. Her dema ji meclisa parêzgeha Kerkûkê 21 kes civiyan û kesek hilbijartin, ew dem duriste. Heya niha ji bo desteya rêveberiya YNK’ê ti namzetek nîne.”

 

Pîre li ser mijara bûyerên 16’ê Cotmehê jî wiha axivî; “Ew aliyên ji bo YNK’ê sûcdarî çêdikin, neheqî dikin. Divê ji YNK’ê daxwaza zelalkirinê bikin û bipirsin tişta li Kerkûk rû dayî çi bû? Ne tenê hema yek carê bêjin xiyanete.”

 

Di dawiyê de jî li ser mijara ‘Hikûmeta Rizgariya Niştîmanî’ ku projeya Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Berhem Salihe jî Sedî Ehmed Pîre wiha got; “Ev tenê dirûşme û ji vê dernakeve jî. Amerîka ji aliyên ku daxwaza hikûmeta rizgariya niştîmanî diken re gotiye ku piştgiriya hikûmeta niha bikin.”

 

(rn)