‘Şandina petrolê ji 800 hezar bermîlî daket 198 hezar bermîl’

29

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

Mamostayê Zanîngehê û Pisporê Petrol û Gazê de Dr. Kawa Hemeşerîf têkildarî peymanên Herêma Kurdistanê yên bi şîrketên petrolê re û siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya têkildarî petrolê ji ajansa me re axivî.

 

Dr. Kawa Hemeşerîf têkildarî bandora bîrên petrolê yên ji aliyê Iraqê ve hatin desteserkirin, li ser aboriya Herêma Kurdistanê wiha got; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî peymanên bi şîrketa Rusneft û DanaGazê re îmze kirin, pêwîst bû şandina petrolê ya rojane bigihîne milyonek bermîl. Lê piştî bûyerên 16'ê Cotmehê şandina petrolê ya rojane ji 800 hezar bermîlî daket 198 hezar bermîlî."

 

 

Dr. Kawa Hemeşerîf axaftina xwe wiha domand; "Beriya ku ev bîrên pertrolê ji destê Herêma Kurdistanê derkevin, eger Herêmê li gel Bexda lihevkirin kiriba, wê bi asayî ji bûdçeya Herêma Kurdistanê ji sedî 17 bi dest xistiba. Lê êdî Iraq razî nabe. Ji ber vê ji sedî 12.6 ji bo Herêma Kurdistanê danî. Ev bûdçeya sala 2018'an a ji bo Herêma Kurdistanê eşkere kirin, tenê dahata bîrên petrola Kerkûkê û Eyîn Zale ye. Ji derveyî vê Iraq daxwazê ji Herêma Kurdistanê dike ku rojane 250 hezar bermîl petrol bi rêya Şîrketa SOMA bişîne Bexda."

 

Dr. Kawa Hemeşerîf diyar kir ku Iraq dixwaze destûra xwe li Herêma Kurdistanê û tevayî Iraqê bi cih bike û wiha domand; "Lewma wê ti şîrket bêyî destûra Iraqê nikaribe li Herêma Kurdistanê bîrên petrolê lê bide. Her wiha ji ber ku petrola bîrên Kerkûk û Eyin Zale ket bin kontrola Bexda dahata Iraqê ji sedî 12 zêde bûye. Piştî ku Herêma Kurdistanê bîrên Kerkûkê û Eyîn Zal ji dest dan, niha tenê yên Şêxan û Tawkê di destê Herêma Kurdistanê mane. Ji ber vê nekare rojane 250 hezar bermîl petrola Iraq daxwaz dike bişîne."

 

Mamostayê Zanîngehê û Pisporê Petrol û Gazê de Dr. Kawa Hemeşerîf herî dawî bal kişand ser çarenûsa peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê de û wiha got; "Ji ber ev peyman bêyî agahiya Iraqê hatine kirin, ev şîrket dikarin bi rêya gilîkirinê dozê li Herêma Kurdistanê vekin. Her wiha wê Bexda jî tazmînata van şîrketan nede. Ji ber ku bê agahiya Bexda hatine kirin."