Serokwezîrê Tirk Yildirim li Washington hat protestokirin

47

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê beriya rûniştina doza Riza Zarrab duh li DYA’yê bû, dema derbasî Qesra Spî bû ji aliyê komekê ve hat protestokirin.

 

Serokwezîrê dewleta Tirk Bînalî Yildirim, dema bi Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)’ê re derbasî Koşka Spî dibû ji aliyê komekê ve hat protestokirin. Koma ku alên YPG-YPJ û Amerîkayê hilgirtibû, li dijî AKP’ê dirûşm qîr kirin. Çalakvanan wêneyên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û rêveberên HDP’ê yên girtî û her wiha dovîzên li ser “ “Davûtoglû, Topbaş, Gokçek çûn, niha dor a te ye Yildirim” vekirin.

 

Gulana bihurî dema Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan çûbû Amerîkayê, parêzvanên wî êrîşî xwepêşandêran kiribûn, li ser vê yekê firotina çekan ji bo parêzvanên

 

Erdogan hatibû rawestandin û der barê hin parêzvanên Erdogan de  biryara girtinê hatibû dayîn.

 

Çalakvanekî ku tevlî weşana Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka bû, diyar kir ji bo balê bikişînin ser rewşa li Tirkiyeyê û zextên li ser siyasetmedarên HDP’ê ev çalakî li dar xistine.