Şervanên QSD’ê bajarê Sekeniya rizgar kir

43

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîr a ji bo rizgarkirina bajrê Dêra Zorê û gundewarên wê Bajarê Sekeniya (Medîne Sekeniye) yê girêdayî Qada El Umer rizgarkirin. Şervanan îro di saetên nîvro de operasyonek li ser Bajarê Sekeniya pêk anîn. Li Bajarê Sekeniya di navbera şervananên QSD’ê û çeteyên DAIS’ê de şerekî dijwar qewimî.

 

Şervanên QSD’ê di encama şer û pêşveçûn de Bajarê Sekeniya rizgar kirin, 15 çete hat kuştin. Her wiha rêjeyek çek û cebilxaneyên çeteyan ji ketin destê şervanan.

 

Şervanên QSD di roja 22’yê Cotmehê de Qada petrolê yê Sûriyeyê ya herî mezin rizgar kiribûn.