NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe di roja 62’an de didome. Şervan pêşveçûna xwe ya  li rojhilatê Çemê Firatê bê navber didomînin û derbeyên giran li çeteyan dixîn.

 

Şervanên QSD’ê şevê din girtin ser gundê El-Loziyê yê dikeve 34 Km başur-rojhilatê Dêra Zorê. Li gund di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şerê giran rû dan û di encamê de gund hate hate rizgarkirin. Di şerê li gund de 8 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin.

 

Ji aliyê din ve jî şervanên QSD’ê li Medîne Sekeniyê (Bajarê Niştecihbûnê) ya girêdayî Qada El-Umer ên Petrolê operasyon dan destpêkirin. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şêr derket. Di encamê de 3 çete hat kuştin, her wiha wesayîteke çeteyan a doçka li ser hate rûxandin.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here