YPG’ê bîlançoya hefteyekê ya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir

49

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Navenda Ragihandina YPG’ê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe ya înternetê de weşand, bîlançoya hefteyekê ya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi raya giştî re parve kir.

 

 Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de ev agahî hatin dayin:

 

 

“Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin ên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin. Di 7 rojên derbasbûyî de jî çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser gundewarên navçeyên Kantona Efrîna berdewam kirin. Ji aliyê din ve gundiyên ku dixwestin herin nav zeviyên xwe hatin gulebarankirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan hemû êrîşên çeteyan û parastina gundiyên ku di nava zeviyên xwe de rastî gulebarana çeteyan hatin kirin.

 

Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 7 rojên dawî wiha ne;

 

Di dîroka 01.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên navîn, doçka û topên hewanê êrişî gundên Dîkmedaş, Girê Qestelê, Eyn Deqnê, Girê Barîn, Girê Bedirxan, Girê Botan, Girê Bahoz, Belûniyê û Girê Baxtiyar yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de bi çekên giran û çekên navîn bersiv dan êrîşa çeteyan. Di encam de çeteyek girêdayî artêşa Tirk birîndar bû.

 

Di dîroka 02.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên karnas, doçka, BKC û topên hewanê êrîşî Girê Qestelê, Eyn Deqnê, Basûfanê, Girê Barîn, Girê Botan, Girê Bêiyê, Girê Banî, Girê Baxtiyar û Girê Bedirxan ên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de bi çekên giran, çekên navîn û çekên ferdî bersiv dan êrîşa çeteyan û şer derket. Lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

 

Di dîroka 03.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û BKC êrîşî Girê Dîkmedaşê, Merenaz, Eyn Deqnê, Girê Qestelê, Basûfanê, Başemrê û Girê Barîn ên Kantona Efrînê kirin. Her wiha di heman rojê de li eniya Girê Baxtiyar û Girê Şehîd Şîlan ên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê dema ku gundiyan xwest herin nav zeviyên xwe rastî êrişa çeteyan hatin û çeteyan gule reşand ser gundiyan. Hêzên me jî di heman demê de bi çekên giran û çekên navîn bersiva êrîşa çeteyan dan û parastina gel kirin.

 

Di dîroka 04.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên navîn, BKC û topên hewanê êrîşî Dîkmedaş, Girê Qestelê, Xedamat, Eyn Deqnê, Basûfanê û Girê Baz ên Kantona Efrînê kirin. Her wiha di heman rojê de li eniya Girê Başûr a girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê dema ku gundiyan xwestin herin nav zeviyên xwe rastî gulebarana çeteyan hatin. Hêzên me jî di heman demê de bi çekên giran bersiv dan êrîşa çeteyan û parastina gundiyan hat kirin.

 

Di dîroka 05.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran, çekên navîn û topên hewanê êrîşî Eyn Deqnê, Merenazê, Girê Qestelê û Girê Banî yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrîşa çeteyan, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

 

Di dîroka 06.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, çekên BKC û topên hewanê êrîşî Dîkmedaş, Girê Qestelê, Merenazê, Başemrê, Girê Banî, Girê Başûr û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî bi heman çekan bersiv dan êrîşa çeteyan.

 

Di dîroka 07.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên BKC, çekên doçka û topên hewanê êrîşî Girê Qestelê, Eleqînê, Merenazê, Eyn Deqnê, Belûniyê, Bircikê Silêman, Girê Baflon û Girê Başûr yên Kantona Efrînê kirin û hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrîşa çeteyan. Her wiha di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi fuze êrîşî Girê Baz kirin. Di encam de rewşek neyênî rû neda.”