Çalakvanên greva birçîbûnê: Em ê tecrîdê parçe bikin

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi armanca şikandina tecrîda û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê hatiye destpêkirin, koma nû dewr girt. Çalakiya greva birçîbûnê di pêşengiya Dayikên Aştiyê, Meclisa Jinan û gelan de bi 4 koman hatiye destpêkirin, ji hêla rêveberên HDP'a Enqereyê ve hat dewrgirtin.

 

‘Bi derewan tecrîdê dewam dikin’

 

Hevserokê bajêr Halîl Yildiz çalakiya grevê dewr girt, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan "di heq, hiqûq û mirovahiyê de tune" û wiha axivî: "Ji ber ku ji firkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirsin, dixwazin wî bêdeng bikin. Berê digotin ku keştî xirabe ye, hewa ne baş e û bi van derewan hevdîtin asteng astemg dikirin. Niha xwe avêtine ber bextê OHAL'ê. CPT jî tê û naçe Îmraliyê, dema diçe raporê jî aşkera nake. Di vê der barê de fikarên me û gelê me zêde dibe. Divê ev bên derbaskirin. Em ji bo vê çalakiyên grevê dewam dikin."

 

‘Tecrîdê li ser civakê dimeşînin’

 

Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat di sala 19992an de li ser banga Ocalan hatibû Tirkiyeyê û di çalakiya grevê de ye. Firat bal kişand ser girîngiya Ocalan a di çavaka kurd de û aşkera kir ku çalakiya grevê gaveke dereng mayî ye û dê berdewama vê bê. Firat da zanîn ku di şexsê Ocalan de gel tê tecrîdkirin û wiha got: "Tu aliyê vê tecrîdê yê hiqûqî û qanûnî tune. Qanûn û hiqûq di bin piyan de ye. Ew mafê me jî heye ku em li dijî vê derkevin. Bila kes li qusûrê mêze neke, em vê qebûl nakin, em ji vê re nabêjin eywallah."

 

Firat destnîşan kir ku tecrîd zerarê dide civaka Tirkiyeyê û got ku "Tu faydeya vê tecrîdê ji hikumetê re jî tune" û wiha pê de çû: "Ev tecrîd dikare bê şikandin. Çi dibe bila bibe, em ê vê tecrîdê bişkînin. Berovajiyê wê de gelê kurd vê bê rûmetiyê qebûl neke. Li tu dera cîhanê, li dijî tu lîderekî ev şert nayên ferzkirin. Li tu dera cîhanê heqareteke ew qas mezin li gelekî nayê kirin. Em vê qebûl nakin."

 

‘Tecrîd gelekî xeter e’

 

Firat anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan "Gaveke gelekî xeter e" û wiha pê de çû: "Qanûnên xwe jî perîşan kirin. Em li dijî vê dernekevin û bertekê nedin nîşa, em ê çi bikin."

 

Piştî daxuyaniyê koma ji rêveberên bajêr pêk dihat dest bi greva birçîbûnê kirin.

 

‘Bila tecrîd bê rakirin’

 

Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Edeneyê jî di 8'ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin, li avahiya HDP'a Seyhanê de dewam dike. Çalakvanên ketin greva birçîbûnê îşlikên li ser wan nivîsên "Bê dengî mirin erêkirin e. Em ê bê deng nebin", "Em di greva birçîbûnê de ne" û "Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" li xwe kirin û pankarta "Dê tecrîd winda bike û azadî bi ser keve" hat daliqandin.