Civîna Meclîsa Şaredariya Qendîlê dest pê kir

33

 

 

MIHEMED HESEN / QENDÎL

 

 

Civîna Giştî a 5. ya Meclîsa Şaredariya binarê Qendîlê bi beşdariya 90 delegeyan dest pê kir. Çavlirê ye di vê civînê de bernameyeke nû ya kar ji bo şaredariyê were derxistin, hevserokatiya binarê Qendîlê û desteya rêveberiya şaredariya binarê Qendîlê werin guhertin û yên nû werin hilbijartin.

 

Serê vê sibê 5. Civîna Giştî ya Meclîsa Şaredariya Qendîlê dest pê kir. Di destpêka civînê de dîwana civînê hate diyarkirin û bernameya civînê ji bo pesendkirinê hate pêşkêşkirin.

 

Bernameya Civînê wiha ye;

 

Xwendina peyama Hevserokatiya Tevgera Azadî

 

Xwendina peyama Konseya Rêveber a KCK’ê

 

Xwendina rapora şaredariya Qendîlê ya kar û xebatên meşandiye û nirxandinan xebatên şaredariyê.

 

Xwendina perspektîfên li ser jîngeh û xebatên şaredariyê

 

Diyarkirina komîsyona hilbijartinê

 

Hilbijartina hevserokên Şaredariya Binarê Qendîlê û Desteya Rêveber a şaredariyê

 

Axaftina girtinê ji aliyê hevserokên nû yên şaredariyê ve.

 

Li gorî bernameyê civîn wê heya êvarê berdewam bike.