Di operasyona Rumane û Rawe de pêngaveke nû

36

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Fermandariya Operasyona Cezîre û Firatê îro di çarçoveya operasyona kontrolkirina navçeyên Rumane û Rawe yên Parêzgeha Enbarê de pêngaveke nû ya berfireh ragihand.

 

Navçeyên Rumane û Rawe yên Parêzgeha Enbarê ji sala 2014'an ve di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Yek ji cihên stratej in ên dikevin ser sînorê Sûriyeyê û Iraqê.

 

Di 8'ê Mijdarê de hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê dest bi operasyona rizgarkirina navçeya Rumane ya girêdayî Qaîm a parêzgeha Enbarê kirin.

 

Her wiha 3'yê Mijdarê Qaîm hatibû rizgarkirin.