‘Di vê demê de ji bo Kurdan herî zêde yekîtî pêwîst e’

28

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

 

Welatiyên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê yên ji Enfalê rizgar bûne têkildarî girîngiya yekîtiya di nava Kurdan de ji ajansa me re axivîn. Yek ji welatiyan diyar kir ku di vê demê de herî zêde ji bo Kurdan yekîtî û yekrêziya Kurdan pêwîst e.

 

‘Divê hemû alî ji bo Kongreya Neteweyî hewl bidin’

 

 

Heval Xalîb ê ji Çemçemalê li ser yekîtiya neteweyî wiha axivî; "Pêwîst e di vê qonaxê de ji bo danîna siyaset û stratejiya neteweyî divê Kongreya Neteweyî were lidarxistin. Pêwendiyên di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de bibin pêwendiyên niştimanî û neteweyî."

 

Heval Xalîb axaftina xwe wiha domand; "Bila partiyên siyasî di çarçoveya neteweyî de siyasetê bikin. Her wiha di nava hêzên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê de, koordînasyon hebe û ji bo berjewendiyên Kurdan alîkariya hev bikin. Pêwîst e hemû welatî û aliyên siyasî ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî hewldanan bikin. Ji bo vî karî hewldanên KNK'ê ji hene."

 

‘Pêwîst e di mijarên neteweyî de hevdengî hebe’

 

 

Her wiha Endamê Rêxistina Doz a ji bo mijarên Enfalê Şiwan Midhed jî wiha got; "Pêwîst e hêzên siyasî di mijarên neteweyî de hevdeng bin û alîkariya hev bikin. Niha li Başûrê Kurdistanê rewşa derketiye holê di nava rewşa siyasî ya navxweyî ya Kurdan de nearambûnek çêkiriye."

 

Şiwan Midhed diyar kir ku divê hemû alî bê cudahî piştgiriya xebatên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî bikin.

 

‘Di ti deman de weke niha pêwîstî bi yekîtiyê nîne’

 

 

Nebes Nesredîn jî li ser heman mijarê wiha axivî; "Di ti deman de weke niha pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê û yek helwestiyê nîne. Ji ber ku dijminên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi yek çavî li Kurdan temaşe dikin.

 

Nebes Nesredîn herî dawî got; "Eger aliyên siyasî yên Kurd dixwazin careke din Kurd rastî jenosîdan neyên, divê piştgiriya wan aliyên ji bo yekîtiya neteweyî xebatê dikin bikin."