Ebadî: Em ê rê nedin ti komeke çekdar beşdarî hilbijartinê bibe

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro di serdana xwe ya li bajarê Kerbelayê de daxuyaniyek da.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got; "Em girêdayî vê yekê ne ku hilbijartin di dema hatiye eşkerekirin de pêk werin. Em ê rê nedin ti komeke çekdar destwerdana karê siyasî bike û beşdarî hilbijartina bibe. Hilbijartinên parlamentoyê nayên paşxistin û di dema xwe de wê werin kirin. "

 

Ebadî têkildarî pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî got; "Pêşmerge qehreman in. Lê mixabin hinek kes ji ber li hemberî leşkerên Iraqê şer nekirin pêşmergeyan sûcdar dikin."

 

Ebadî soz da ku di demeke nêzîk de para darayî ya Herêma Kurdistanê amade bikin.

 

Li gor biryara hatiye dayîn wê 12'ê Gulana 2018'an hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk werin.