Gundên herêma Mêrdînê bi tankan dorpêç kirin

40

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Leşkerên artêşa Tirk rêyên gundên Nisêbînê yên Omeriyan ên di navbera navçeyên Nisêbînê û Qoserê yên Mêrdînê de birî. Leşkeran di saetên serê sibehê de bi tankan hemû rê girtin û gund dorpêçkirin.

 

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku leşker li herêmê amadekariya operasyonê dikin.

 

Mirov û wesayitên ku di rêyên gundan de diçin û tên, têne kontrolkirin. Dîsa li gorî agahiyên ku ji gundiyan hatine standin bi dehan leşkerên li bejahiya Omeriyan keşfê dikin û di kemînê de ne.