HDP: Tecrîd rê li ber şer û rageşiyê vedike!

40

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryarên ku standine bi daxuyaniyeke nivîskî par ve kir:

 

 ‘Tecrîd rê li ber şer û rageşıyê vedike’

 

HDP’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku pêdiviya civakê bi aramî, aştî û damendiyê heye û divê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya hundir û derve de ne polîtîkaya dubendiyê, şer û şerxwaziyê lê ya polîtîkaya aştîxwaziyê û diyalogê geş bike.

 

HDP’ê bi domdarî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’Polîtîkaya tecrîdê dijî hiqûqê û mirovahiyê ya ku li Îmraliyê tê domdarkirin tê maneya rageşî, avakirina dubendiyê û şer. Tê maneya dijminatiya herêmî ya li dijî Kurdan; tê maneya ku li dijî her tiştên Kurdan derdikevin. Lê ne tenê ev e her wiha tê maneya dijberiya gavên demokratîkbûna Tirkiyê û jiyana hevpar a gel, bawerî û çandên ku li vê cografyayê dijîn.’’

 

Bi domdarî hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo geşbûna aştî û çareseriyê bi aqil, raman û pêniyarên xwe, bi hemû hebûna xwe gelek tiştên mezin kirine û di serdema pêş de jî hem di asta herêmî û hem jî xwecih de ji bo ku arîşeyên di asta herêmî û xwecih de bi rêyên aştî û demokratîk çareser bibin Ocalan kesayatiyeke girîng e.

 

HDP’ê ji bo vê jî bi domdarî got, ‘’Ên ku aştî û çareseriyê dixwazin, raya giştî ya demokratîk divê di babeta tecrîdê de bêdeng nemînin. Demildest divê dawî li tecrîdê were, kêlî beriya kêliyekê divê malbat, parêzer an jî şandeyeke siyasî biçe Girava Îmraliyê.’’

 

 ‘Em ê ji ya xwe neyên xwarê’

 

HDP’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser êrîş û zextên li ser siyaseta demokratîk, HDP’ê û got HDP bi rêveber, parlamenter, endam û hilbijêrên xwe ji vê helwesta xwe ya biryardar nehatiye xwarê û wê neyê xwarê.

 

‘Zext û zordariya li ser dengê muxalîf didome’

 

Bi berdewamî di daxuyaniyê de zext û zordariyên bi mebesta bêdengkirina hemû dengê muxalîf hate destnîşankirin û hate gotin heqên sereke yên wekî ramanê, azadiya derbirînê, civîn, xwepêşandan têne astengkirin û binçavkirina Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçlı mînakên vê yên dawî ne.

 

HDP’ê destnîşan kir ku li dijî kirinên desthilatdariyê pêdivî bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasî, aştî û kedê heye.

 

 ‘Pêdivî bi têkoşîna hevpar a jinan heye’

 

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hişmendî û kirinên desthilatdariyê yên bi mebesta desteserkirina maf û destkeftiyên jinan didome û hate diyarkirin ku pêdiveke zêde bi têkoşîna hevpar a jinan heye. Bi domdarî hate gotin Meclîsa Jinan a Partiya wan bi kampanyaya ‘’Wiha naçe! Jin Destûrê Nadin’ li idjî her cure tundiya li ser jinê, xebatan, çalakiyan dikin û têkoşîn azadî û wekheviyê ya jinan geş dikin.

 

 ‘Reqabeta rêxistinî bê mane ye’

 

HDP’ê bal kişande ser rikberiya di navbera rêxistinan de, ev weke helwesteke bê mane destîşan kir û got, ‘’Di vê demê de ku ti maneya hesûdiyên rêxistinî û reqabetê nîn e, her sazî, dezgeh û avanî divê berpirsyariya xwe bi rengekî cidî tevbigere.’’

 

Benda hilbijartinê

 

Li ser mijara benda hilbijartinê ku van rojên dawî bûye rojev jî hate gotin ji bo HDP’ê ev ji hêla demokrasî, dadmendiya temsîlê û piranîxwaziyê  ve mijareke rêgezî ye û wê wiha jî bidome.

 

 ‘Hevgirtin xwedî girîngiyeke dîrokî ye’

 

Herî dawî HDP’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser têkoşîna demokrasî û aştiyê ya HDP’ê, endam, hilbijêr, rêxistinên bajar û navçeyan, parlamenteran, hemû sazî, dezgeh û tifaqan û hate gotin ev têkoşîn bi biryardarî wê bidome, di vê qadê de hevgirtineke biçûk jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye.