Hêjar Şengalî li Şengalê bi merasîmek girseyî hate oxirkirin

42

 

 

ROJNEWS/ ŞENGAL

 

Di merasîma ku bi sedan şervanên YBŞ-YJŞ û gelê Şengalê amade bûn, yek jî fermadarên YBŞ’ê Mazlûm Şengalî di axaftina xwe behsa kesayet û têkoşîna Hêjar Şengalî kir û got: “Têkoşîna Şehîd Hêjar li ser esasê azadiya Şengalê bû ji bo me jî emir û talimat e. Her qadekî her çeperekî ku tekoşîn lê dihat meşandin heval Hêjar li wir pêşeng bû.”

 

Fermandarê YBŞ Mazlûm Şengalî di merasîma Şehîd Şengal de wiha axivî; “Despêkê em bejna xwe li hember şehîdê şoreşê hemû şehîdên Şengalê,  taybet bejna xwe  liber fermandarê mezin  Hevalê Hêjar , Agîdê vî gelî, pêşengê YBŞ, pêşengê tekoşînê, em bejna xwe li hember wî ditewînîn û şehîdê xwe carek din bibîr tînîn. Wekî ku tê zanîn destpêka avabûna YBŞ’ê taybet jî tekoşîna li hember DAIŞ’ê, hemû neyarê vî gelî re ku tekoşîn meşand  her qadekî Şengalê, her çeperekî  ku tekoşîn lê dihat meşandin, hevalê Hêjar li wir pêşeng bû, fermandar bû û pêşengê tekoşîna rêxistênê dimeşand. Ne tenê li Şengal, hemû qada Başûrê Kurdistanê tekoşîn dimeşand. Ji bo YBŞ bigehîne armanca wî, ji bo bike arteş û bike hêza serkeftinê û bike hêza herî sereke, hemû bajarê Başûrê Kurdistanê, hemû qada Şengal tekoşîna rêxistînî meşand,tevlîbûn çêkir, mezin kir û xist îrade. YBŞ xist mirovê dozê, YBŞ xist pêşengê gel,anî asta serkeftinê, anî asta ku tekoşîna herî xurt bimeşîne. Ev bîryardarî dixwaze. Hevalê Hêjar de ev bîryardarî hebû.”

 

‘Li kûr zor û zehmetiyek hebûya hevalê Hêjar li wir bû’

 

Şengalî axaftina xwe wiha dewam kir; “Ji bo birdozî, ji  bo rêxistînî, ji bo warê fikrî de her tim ev doz parast, di her şert  û mercekî da xwedî li vê dozê derket. Ji ber ku ev hêz ev bîryardarî tê de hebû, dikari biçe Başûrê Kurdistanê hemû qempa mezin bike. Ev  îradeyek dixwast, bîryardarî dixwest. Hevalê Hêjar şerker bû û xwe gihand asta fermandarekî mezin. Bi keda xwe, xwe gihand pêşengê şoreşê. Ev di heval tiya xwe  û dûristbûna xwe de raber dikir. Bi tekoşîna xwe dilsoz bû û hemû heval pê baver bûn. Hevalê Hêjar bi dilnizmiya xwe, keda xwe û hevaltiya xwe bû fermandar. Ev bû çandek di YBŞ’ê da. Sekna hevalê Hêjar ji bo me hemû mînake. Hewrê Hêjar warê pratîkî de ji gelê xwe û hevalê xwe re pêşengtî kir. Li kûr zor û zehmetiyek hebûya hevalê Hêjar  li wir bû. Ji ber ku dozekî wî hebû, gelê wî hatibû pelçikandin û hatibû bindestkirin. Ji bo gelê xwe bike îrade, bike hêza parastinê tekoşînekî pir xurt da meşandin.”

 

 

‘Ji bo doza şehîdên me îro ji herdem bêhtir pêwîstiya me bi yekîtî û tifaqê heye’

 

Şengalî wiha jî got; “Em jî wek hevalên wî , wek gelê vir yê amade,  em  wê sozê didin şehîdê xwe ku em Şengalekî xweser ava bikin. Bi sedan şehid hatin dayîn, ji bo xweserî û tekoşîna vî gelî tekoşînekî mezin hat meşandin. Ji bo gel bibe îrade, yê ku ji vêre pêşengtî kirin ev şehîdê me ne. Hêviyê hemû şehîdê me ji bo gelê me yeke. Ji bo vê yeke pêwîste em îro tifaqa xwe çêkin. Yekîtiya xwe çêkin. Îro ji her demî  zêdetir  tekoşîn û tifaqa me pêwîste. Êdî em ber bi serkeftinê ne,  ber bi azadiyê ne.  Tenê yek tiştek me kêm  maye ew jî tifaqa me ye. Îro şunda em ji her tiştî bêhtir bihevre bibin yek. Pêwîste em fikir û felsefa Rêber Apo bijîn da ku em bikaribin şengalekî azad û xweser ava bikin. Em cardin Şehîd Hejar bibîr tînîn û ji malbata wî re sersaxî dixwazin.”

 

Piştî Mazlûm Şengalî bavê Hêjar Şengalî mafê axaftinê wergirt, sersaxî ji bo gelê Kurd û hevrêyên Hejar re xwest . bavê Hêjar Şengalî wiha got: “Ev şehîd şehîdê şoreşê ye, Şehîdê Êzîdiya ye, yê YBŞ’ê ye. Em sere xwe pê  bilind dikin. Ev tekoşîn biratiye, Êzdati ye. Serê me bilinde û em pê bi rumetin . Em serê xwe cardin li hember wî ditewînîn û em dibejin Şehîd namirin.”

 

 

Piştî merasîmê Fermandarê YBŞ Hêjar Şengalî, bi tîlîliyên dayîkan û dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate definkirin.

 

(rn)