Hevşaredarên nû yên Qendîlê hatin hilbijartin

39

 

 

MIHEMED HESEN / QENDÎL

 

 

Civîna Giştî ya 5. ya Meclîsa Şaredariya binarê Qendîlê îro bi beşdariya 90 delegeyan dest pê kir bi dawî bû. Di civînê de hevşaredarên nû yên Qendîlê hatin hilbijartin. 

 

Serê vê sibê 5. Civîna Giştî ya Meclîsa Şaredariya Qendîlê dest pê kir û di destpêka civînê de dîwana civînê hate diyarkirin û bernameya civînê ji bo erêkirinê hate pêşkêşkirin.

 

 

Di civînê de weke hevşaredarên nû yê Binarê Qendîlê Gulale Osman û Mihemed Hesen hatin hilbijartin.  Her wiha ji bo Desteya Rêveberiya Şaredariya Binarê Qendîlê ji 7 kes hatin hilbijartin.

 

 

Di dawiya civînê de ji aliyê Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen ve encamnameya civînê hate xwendin.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;"Îro civaka mirovahiyê di nava krîzeke giştî de ne. Sedema wê sîstema rêveberiya civakê  ya ne hevseng e. Her wiha desthilatan hemû berhemên civakî xistine nav berjewendiyên xwe. Qanûnên jîngeh û mirovahiyê binpê kirine."

 

Di berdema daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Têkoşîna li hemberî vê sîstema ne mirovî û çêkirina hevsengiya civakê di sîstema konfederalîzma demokratîk û xwerêveberiya demokratîk re derbas dibe. Ev sîstem ji aliyê rêberê gelan Rêber Apo derketiye holê. Di rewşeke dijwar de li girtîgehê pêşkêş kir. Ji aliyê  din tecrîdeke girankirî li ser tê meşandin."

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Di şaredariyê de sîstema xwerêveberina demokratîk ji xwe re  stûna bingehîn dibîne û rasterast gel beşdar dibe. Ji bo rêveberina gund û navçeyan de rasterast bi rengê demokratîk biryar dide. Di hemû beşên rêveberiyê de hevsengiya rêgeza jin û mêran li ber çavan hatiye girtin. Her wiha sîstema hevserokatiyê bingeh digire û hevsengiya civakê û xwezayê weke qa ji xwe re digire.  Weke Şaredariya Binarê Qendîlê bi hemû endamên xwe dixwazin di çarçoveya vê sîstemê de xizmeta nîştecihên herêmê bikin."