Heyeta TJK-E bi CPT’yê re hevdîtin pêk anî

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û rewşa wî lêkolîn bike, hatibû destpêkirin 19 roj li pey xwe hişt. Di çalakiya rûniştinê ya bi dehan sazî tevlî bûn îro li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJK-E) heyetek bi rêveberên  CPT’yê re hevdîtinek pêk anî.

 

Di hevdîtinê de jinan diyar kirin ku divê bi lezgînî rêveberên CPT’yê bikevin nava liv û tevgerê hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin.

 

Di hevdîtinê de bal hate kişandin ser fikarên gelê Kurd û hat bibîrxistin ku ji Îlona 2016’an ve ti hevdîtin li gel Ocalan pêk nehatine. Heyeta jinan, diyar kirin ku CPT ‘yekane saziye’ ku divê bi lezgînî bi rewşa Ocalan li cihê lê, lêkolîn bike û agahî bi raya giştî re parve bikin.

 

CPT di ferqa rewşê de ye (!) Lê

 

Rêveberên CPT’yê jî destnîşan kirin ku ‘rewş pir xeternak e’ dîsa weke sazî rewş bi mercên pêve girêdayî ve girê da. Rêveberan diyar kirin ku ji ber destûrên ku CPT neçare rêz jêre bigire nekare daxuyanî bide, heyetekê bişînin jî ti rayeya daxuyanî dayînê di destê wan de nîne.

 

Piştî hevdîtinê ji aliyê heyeta jinan ve daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin: “CPT heman tiştan dubare dike û ji erkên xwe yên jê berpirs direve.”

 

Nêzîkatiyên CPT’yê bi tundî hatin şermezarkirin

 

Di dewama daxuyaniya helwest û nêzîkatiyên CPT’ê bi tundî hatin şermezarkirin de ev tişt hate gotin: “Diyar kirin ku rewş xedar e, lê nikarin tiştekî bikin. Eger niha heyetekê bişînin Tirkiyeyê jî wê di der barê rewşê de ti daxuyaniyan nedin. Her wiha heta ku dewleta Tirk destûrê nedin wê nekarin encama hevdîtinê bi raya giştî re parve bikin. Wek Tevgera Jinê em vê nêzîkatiya CPT’yê şermezar dikin.

 

Di dewama daxuyaniya li ser navê Tevgera Jina Kurd hate kirin de wiha hate gotin: “Komîteya Pêşîlêgirtina Nêzîkatiyên Xerab ên li dijî Mirovan û Êşkenceyê (CPT) rola xwe ya esasî nalîze, me daxwaz kir ku erkên xwe bi cih bînin. Em cardin dibêjin; heta em agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin, heta bigihê azadiya xwe ya fizîkî wê çalakiyên me yên li vir bidomin.”

 

Di roja 20’emîn de wê belavok bên belavkirin

 

Di daxuyaniyê de Înîsiyatîfa Jinan a Zîn a Strasboûrgê îro di roja 20’an a çalakiyê de wê li Place Kleber a li navenda bajarê Strasboûrgê têkildarî rewşa dawî ya Ocalan û der barê çalakiyê belavokan bi armanca agahdarkirinê belav bikin.

 

Di dawiya daxuyaniya li ser navê TJK-E hate kirin de banga hê xurtir tevlî çalakiyan bibin hate kirin.