Hunermendên Silêmaniyê ji bo Ocalan çalakî lidar xistin

27

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Di çalakiyê de her sitran hatin gotin û piştre hunermendan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê Koma Çand û Hunerê ya Başûr Hawkar Ebdulwehab ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Emê li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan bêdeng nebin. Her wiha heya gahiyek jê  neyê neyê girtin, helwesata me wê dewam bike.”

 

 

Di daxuyaniyê de astengiyên dewleta Tirk ji bo malbat û parêzeran çedike ku nahêle biçin gel Ocalan hate şermezarkirin û wiha hat gotin; “Her wiha bêdengiya Komîteya Dijî Êşkencê (CPT) şermerzar dikin. Divê demek nêz de hevdîtin li gel Ocalan bê kirin. Ger wisa nekin, wê gelê Kurd û azadîxwaz helwestên hiştir nîşan bidin.”

 

 

(rn)