Iraq hewl dide qanûnên mezhebî yên li dijî jinan bixe meriyetê

28

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

30’ê Mijdarê Parlamentoya Iraqê bi hevkariya çend hêzên Îslamî pêşniyarqanûnek der barê pêkanîna hinek guhertinên girîng di qanûnên medenî de amade kirin û li ev pêşniyarqanûn li parlamentoyê hate xwendin. Ji ber biryarên cinsiyetparêz ên di pêşniyarqanûnê de gelek parlamenteran ev pêşniyarqanûn protestokirin û rûniştin terk kirin.

 

Ev belge yan jî pêşniyarqanûna der barê zewac û parvekirina mîrasa malê ya di navbera jin û zilam de ji aliyê rêxistinên jinan û rêxistinên medenî ve metirsîdar tê dîtin. Li gorî vê pêşniyarqanûna der barê qanûnên medenî de zilamek dikare derveyî qanûn û dadgehê, bi rêbazên olî û mezhebî bizewice.

 

Eger ev pêşniyarqanûna der barê zewacê û parvekirina mîras de were erêkirin wê zarokên keç ên temenê xwe biçûk bibin qurban û pêşî li zewaca temenê zarok vedibe ku niha di qanûn de temenê zewacê 18, hatiye diyarkirin. Her wiha parvekirina mîras a di navbera jin û mêr de ku niha li gorî qanûnan hatiye dabeşkirin, li gorî vê pêşniyarqanûnê, jinê bi temamî ji mîrasê bêpar dihêle.

 

Eger zewac li gorî qanûnên mezhebî û olî pêk werin wê demê wê zarokên keç li gorî hinek mezheban 9, li gorî hinekan jî 12 salî bizewicînin.

 

Eger zewac li gorî qanûnên mezhebî pêk were, dê pêşî li vê veke ku zilamek bikare bi çend jinan re bizewice.

 

Yekemîn Qanûnên Medenî yê Iraqê di sala 1959’an de li gorî hêjmara 188 ku xwe dispêre çend hukmên hevbeş ên hemû olan û qanûnên medenî ku têde pîvanên ti mezheb û oleke bi taybet esas nagire hatiye amadekirin. Ev qanûn jî weke yek ji qanûnên medenî yê herî baş ê welatên Erebî û Îslamî tê zanîn ku kêmek jî be mafê jinê têde hatiye parastin û heya niha jî ev qanûn li Iraqê derbasdar e.

 

Piştî hilweşîna rejîma Baas a Saddam ku di sala 2003’an de pêk hat, komîsyona Qanûnê ya Iraqê, biryareke bi hejmara 137 derxist ku qanûnên medenî yên berê hilweşîne û li şûna wê qanûnên mezhebî serwer bikin. Lê, di encama nerazîbûn, zext û xwepêşandanên Civakên Sivîl ên di sala 2003’an de, ev biryara komîsyona qanûnan hate redkirin.