Îsraîl balafireke Rûsî xist

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevkê artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku hêzên wan balafireke Rûsî ya aîdî rejîma Sûriyeyê li Girê Golanê xistine.

 

Berdevk da xuyakirin balafir bi armanca keşfê li Girê Golanê firiyaye û got ku lêkolîn dikin ka pêwendiyeke vê balafirê bi Hizbûllah û Îranê re heye yan na.

 

Girê Golanê dikeve ser sînorê di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de û beşeke wê jî di bin kontrola dewleta Îsraîlê de ye.