Ji pênc komên şanoyê tenê yek maye

43

 

 

HEWKAR MISTEFA / ZAXO

 

Koma Şanoyê ya Zaxo sala 1988'an li navçeya Zaxo ya Dihokê hate damezirandin û heya niha bi 45 endaman karê xwe berdewam dike.

 

Berpirsê Komê Şanoyê ya Zaxo Wehîd Bahdînî yê ji ajansa me re axivî, diyar kir ku eger alîkariya wan bê kirin dikarin berhemên hîn baştir biafirînin û wiha dewam kir: "Îsal me, li Zaxo û Derbendîxanê 4 şanoyên cuda pêşkêş kirin."

 

'Ji pênc koman tenê niha koma me maye'

 

 

Wehîd Bahdînî  ji ber ku li Zaxo şano weke tê xwestin pêş neketiye bi fikar e û wiha domand; "Ji pênc koman tenê niha koma me maye. Sedema wê jî krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê ye. Lê em ji berîka xwe didin û aktîvîteyên xwe didomînin. Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya  Zaxo weke tê xwestin alîkariya me nake."

 

Li Lubnanê xelat wergirt

 

Koma Şanoyê ya Zaxo ji derveyî xebata şanoyê karê drama jî dike. Berpirsê komê Zaxo Wehîd Behdînî diyar kir ku eger alîkariya wan bê kirin wê bikarin berhemên baştir çêbikin.

 

Koma Şanoyê ya Zaxo di sala 2014'an de li Lubnanê beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Sûriyeyê bûye. Di nava 12 welatên Ereb de baştirîn xelata aktoriya şanoyê wergirt.