KCK’ê ji bo endamê FEDA’yê Deprem peyameke sersaxiyê weşand

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Peyama Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya ji bo malbata Deprem û gelê Kurdistanê sersaxî xwest wiha ye:

 

‘’Welatparêzê heja ku di Desteya Pîran a Federasyona Elewiyên Demokrat (FEDA) de xebat dikir gihaştiye heqiyê. Em sersaxiyê didine malbatê û hemû gelê Kurdistanê.

 

Welatparêzê me yê hêja Mustafa Deprem salên 1970’î di rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Tirkiyê (TOB-DER) de cih girtiye û di têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê de berpirsyarî daye ser milê xwe. Mustafa Deprem ku piştî faşîzma 12’ê Îlonê neçar maye  derkeve derveyî welêt têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi rengê welatparêzê demokrat domandiye. Bi ditina ku hemû bêrîkirinên wî wê bi Tevgera Azadiya Kurd pêk werin û pêk tên, morol û hêzeke mezin ji xizmeta xwe ya  ji Tevgera Azadiyê  standiye.

 

Pîrê Elewiyan Mustafa Deprem di ramanê Rêber Apo de û di bername û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de bawer kiriye ku wê hemû çewisandî, gel û bawerî bigihijin jiyaneke azad û demokratîk.

 

Pîr Mustafa Deprem dîtiye ku Tevgera Azadiyê têkoşîna jiyana azad û demokratîk a Elewiyan e jî û heta hilma xwe ya dawî jî dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re domandiye. Tevgera Azadiya Kurd wê tim li bêrîkirina van welatparêzn demokratîk xwedî derbikeve û hêviya wan pûç neke. Wê hêviya van welatparêzên ku heta hilma wan a dawî ji bo têkoşîna azadiyê dilê wan kutkutî ye neyê şikandin, bêrîkirina wan bi teqezî wê were pêkanîn.’’