‘Kurd yekgirtî bin dijmin nikare pêşiya serkeftina wan bigire

34

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Mamostayê Zanîngehê Dr. Dilşad Elî, têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî ji ajansa me re axivî. Dr. Dilşad Elî got; "Pêwîst e Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî êrîşên ku dijmin dixwazin li dijî Kurdan pêk bînin hevdu bigirin."

 

Mamosta Dr. Dilşad Elî bal kişand li ser yekîtiya Kurdan û wiha domand; "Di dîrokê de gelê Kurd gelek caran şikestiye û careke din rabûye ser piyan. Eger niha jî Kurd yekgirtî bin û xwedî hêzeke mezin bin dijmin nikare pêşiya serkeftina wan bigire."

 

Mamostayê Zanîngehê Dr. Dilşad Elî herî dawî got; "Mixabin gelek caran hinek partiyên Kurd li şûna piştgiriya hev bikin, piştgiriya dijminên xwe dikin. Ev yek ji ziyanê digihîne Kurdan. Hêvî dikim ku yekîtiya neteweyî pêk were."