Li Çemçemal daxwaza azadiya Ocalan hate kirin

26

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hat qêrkirin. Her wiha daxuyaniyek li ser navê Komîteya Amadekarî ji bo Azadî Rêber Apo, Gencanî Welatparêz, Tevgera Azadiya Kurdistanê hat dayîn. Daxuyanî ku ji aliyê Şiwane Teha ve hate xwendin, wiha hate gotin; “19 salin Rêber Apo di tecrîdê de ye. Dijminê gelê Kurd dixwazin wan ji hêviyên wan ên azadiyê bê par bikin. Ji ber ku ew komploya navnetewî ya 19 sal pêş niha li hember Ocalan pêk hatî, li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd bû.”

 

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Çend salin li ser Rêber Apo tecrîda girankirî tê meşandin. Heya ji mafê hevdîtinê jî bê par kirine. Lê dijmin nekariye Rêber Apo teslîm bigirin. Ji bo wê divê gelê Kurd ji bo şikandina sîstema Îmralî hewldanên xwe zêde bike û Rêber Apo azad bikin. Em weke Komîteya Amadekarî ji bo Azadiya Rêber Apo, ji bo azadiya Rêber Apo emê hemû hewldanan bikin. Daxwaz ji rêxistin û civaka navnetewî dikin li dijî van binpêkirinên maf helwest nîşan bidin.”

 

 

Piştre jî nivîskar û rojnameger Letîf Ferec jî axaftinek kir û got; “Girtina Apo bi şêweyek wiha, ji me Kurdan re gotina ‘hun bi tenê û bê kesin’ ne. Divê em li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Li herçar parçeyên Kurdistanê dijî zilmê dengê xwe bilind bikin.”

 

 

(rn)