Li Mabeta ji bo Ocalan meşeke bi meşale hat lidarxistin

28

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Bi daxwaza diyarkirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) û Kongreya Star meşek bi meşaleyan li dar xistin. Meş bi beşdarbûna endamên Kongra Star, endamên Komîteya Civaka Demokratîk û şêniyên navçeya Mabetê pêk hat. Çalakvanan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan.

 

Meş ji pêşiya navenda çand û hunerê dest pê kir û bê navber bi dirûşmên  “Bijî berxwedana Îmraliyê” heta navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD) dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê ya li ser rihê berxwedêrên azadiyê daxuyanî ji aliyê endamê KPCD’ê Serhildan Kilaşo ve hat xwendin.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  “Ji 2015’an heta a niha tecrîdeke girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Ev tê wateya ku hukumeta AKP’ê dixwaze ku di kesayeta Rêber Apo de vîna Gelê Kurd bişkîne. Lê belê li hember dewleta Tirk,  gelê Kurd xwe bi felsefeya Rêber Apo  girê dide û li pey bîrdoziya wî dimeşe.”

 

Di dawiya daxwuyaniyê de mamostayên KPCD’ê bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û kesên xwedî wijdan kirin ku li hember vê hovîtiya Dewleta Tirk helwesta xwe bidin nîşan dan û bêdeng nemînin.

 

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.