Li Seyidsadiq pêşengeha pirtûkan

25

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS

Li navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer pêşengeheke pirtûkan vekirin. Wê pêşengeh heya êvarî vekirî be. Di pêşengehê de pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelek pirtûkên din ên fikrî tên nîşandan.

 

 

Yek ji endamê rêveberina pêşengehê Herêm Ebubekir têkildarî pêşengehê wiha got; "Yek ji amancên me ew e ku em zêdetir bikarin ciwanan hişyar bikin. Bi taybet pirtûkên ciwan jê sûd dibînin, bigihînin wan."

 

 

Hewrê diyar kir ku di pêşengehê de gelek pirtûkên cuda hene û got; "Em di pêşengehê de hê zêdetir pirtûkên Ocalan nîşan didin. Ji ber ku li gorî me di pirtûkên Ocalan de rêya pêwîst a ji bo ciwan ji rewşa têde ne rizgar heye."

 

Her wiha ciwanê bi navê Abid Omer ê serdana pêşengehê kir nêrînên xwe wiha anî ziman; "Ev pirtûkên di pêşengehê de hatine nîşandan dikarin fikrên ciwanan ber bi fikrek tendurist be bibe. Vekirina pêşengehên wiha li navçe û bajaran ji bo ciwanan wê bi feyde be."

 

 

Abid Omer daxwaz ji ciwanan kir ku serdana pêşengehê bikin û jê sûd bigirin.