Li Swîsre û Avûstûryayê ji bo Ocalan çalakî

40

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatin lidarxistin dewam dikin.

 

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (NCKD) li pêşiya Dêra St. Laûrent Kurdistaniyên li hev kom bûn, dowîzên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin bilind kirin.

 

Çalakvanên ku tîşortên “Ji Ocalan re azadî” li xwe kiribûn, belavok belavkirin.

 

Tîrol

 

Kurdên li eyaleta Tîrol ê Avûstûryayê dijîn di pêşengtiya Komîna Jinê ya Amara de çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de hucreyek ji maketê ku têde posterê Ocalan hebû hate danîn.

 

Çalakiya têde dowîzên daxwaza azadiya Ocalan dike Avûstûryayiyan eleqeyek mezin nîşan dan.