Mamostayên Nerazî: Metirsî li ser proseya xwendina îsal heye

33

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Daxuyaniya Mamostayên Nerazî ji aliyê Daner Mehmud ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Tişta di sê salên buhrî de bi rêya boykot, nerazîbûn û xwepêşandanan hate kirin, helwestek girseyî ya mezin bû. Pêwîst bû hizbên siyasî ji bo berjewendiyê giştî piştgiriya welatiyan kiriban.”

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Civak bêdeng bûye. Diviyabû di vê demê de dijî nêzikatiyên bê berpirsane daketiban qadan, nerazîbûn û zext dewam kiriban. Ji ber ku civakek li hemberî ji destdana ji sedê 51’ê xaka xwe, wê nekaribe bersiva neviyên xwe yên bên jî bide.”

 

Daxuyanî wiha bi dawî bû; “Em hişyariya hebûna metirsiya cidî ya li ser proseya xwendina îsal heye, didin. Divê ev rewş bê çareserkirin. Em dibêjin qonaxa piştî çareseririna qeyrana mûçe ku hemû hewldan ji bo tên dayîn, wê bibe qonaxa dawî anîna li destê hizib di rêveberî de.”

 

(rn)