MSD′ê zagona zewaca di temenê biçûk de ya Iraqê şermezar kir

25

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD)’ê bi daxuyaneke nivîskî zagona zewaca di temenê biçûk de ya li Iraqê hat rewakirin şermezar kir, weke binpêkirina mafên jinê bi nav kir û got: "Banga me ji hemû rêxistinên jinan ên Iraqê re heye ku li hember vê zagonê rawestin."  

 

Daxuyaniya Buroya Jinê ya MSD′ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

 

″Li Iraqê zagona zewaca di temenê biçûk de hat rewakirin. Ev yek mafên jinê, zarok û mirov binpê dike û rûmeta jinê naparêze. Divê rêxistinên navneteweyî destûr nedin vê yekê.

 

Em vî warî de piştgiriya xwîşkên xwe yên Iraqê dikin û rewakirina vê zagonê bi tundî şermezar dikin.

 

Banga me ji hemû rêxistinên jinan ên Iraqê re heye ku li hember vê zagonê rawestin. Her wiha banga me ji NY, rêxistinên hiqûqî û yên jinê yên cîhanî re heye ku destûr nedin vê yekê″.