‘Nabe karmend berdêla şaştiyên siyasetmedaran bidin’

38

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Ehmedî Hacî Reşîd di daxuyaniya çapemeniyê de wiha jî got; “Nabe berdêla şaştiyên siyasetmedaran mûçexwerên Herêma Kurdistanê bidin. Di salên bên de divê bûdceya giştî ya Iraqê bê qebûlkirin û mûçeyê mûçexwerên Herêma Kurdistanê bê dayîn. Lê em di hewldanê de ne ku mûçeyê van çend mehan ê karmendan neyê windakirin û bê dayîn de ne. Min bi xwe pênc caran ji Ebadî daxwaz kiriye ku para mûçeyê karmendan bidetê.”

 

Li ser ew deynên ku Herêma Kurdistanê kirine û helwesta Iraqê li hemberî, Ehmedî Hacî Reşîd wiha got; “Li gor yasaya darayî divê hikûmeta Iraqê ji van deynên herêmê kirine agahdar be. Ger nehatibin agahdarkirin, wê demê nekeve bin berpirsiyartiya wî deynê herêmê kiriye de. Tenê dikeve ser ew danûstandinên vê dawiyê di navbera herêm û Bexda de têne kirin.”

 

Ehmedî Hacî Reşîd wiha jî got; “Divê ev deyne bên zelalkirin ka çima hatine kirin û ji bo çi hatine kirin. Ji ber ku nayê zanîn deyn ji bo çi hatine kirin û ne zelale. Guman li ser beşek ji van deynan heye.”

 

Di dawiyê de jî Ehmedî Hacî Reşîd got; “Heya niha derman nehatine qutkirin. Belê hatine kêmkirin. Ev jî ji ber du sedeman e. Yek bi destê zanebûn e. Duyem jî, pereyê kêm jê re hatiye dayîn.”

 

(rn)